Xwendevanên Hêja, ev dem û hemî demên we xweş û geşbin!

Bê guman, mamoste, xwendevan, lêkolîner, nivîskar, rewşenbîr, sîyasetvan û hwd.  hemî qadên civakê pêwistîya wan bi zanyarîya berya xwe heye. Gava zanyarî li ser dem û rewşên berê li ber destên meriv tunebe meriv di avakirin û xebata pîşeyîya xwe de tim kêm e,  û tim rastê astengan tê!

Cîyê daxê ye ku civaka kurd di vî warî de tim rastê astengên mezin hatîye.  Ji ber hovîtîya dewletên mêtinkaran nikaribîye bi haweyek pêwist çand û dîroka xwe bide hev, ji nevîyên xwe re bihêle  û bi haweyek pêwist jê sûd werbigire! 

Me dît ku di warê agadarîya dîroka kurd û Kurdistanê ya dûr û nêzîk te valayîyek mezin heye û me xwest ku li gor hêza xwe em di vî warî de xizmetek pêşkêşê gelê xwe bikin.

Ji ber vê valayîya mezin,  ev demek dirêje ku me li gor hêza û taqeta xwe di tora medyayê de dest bi civandin û weşandina ARŞÎVAKURDÎ kir.  

Ji ber karinîya me, niha xebata me;  bi giranî bi tîpên latînî, kovar, rojname, bulten, pirtûk û belgeyan ve sînorkirî ye. Ger derfetên me çêbin li pêş em karibin xizmeta neteweya kurd berfiretir bikin wê ji mere cîyê şanazî û serbilindayîyê be!

Tîkaya me ji her kurdek; weka xweser, grûb, partî, komel, avayî ûhwd. Eve ku:

  • Me ji kêmasîyên me haydar bikin!
  • Ger alavek pêwistê arşîvê di dest wede hebe, yan jî agadarîyek li cem we hebe bigîjînin me!
  • Agadarîyên ku hun bixwazin (bi giranî xwedîyê kovar û rojnameyan) li ser tiştên di arşîvê de binivisînin bigîjînin me da ku li gor rewşê em bicî bikin.

Em bi hêvîya alîkarîya we ne!

 

Arşîvakurd